• Monday, 09 February 2026
logo

Li Fînlandayê 9 Kurd ji bo hilbijartinên şaredariyan namzed in

Li Fînlandayê 9 Kurd ji bo hilbijartinên şaredariyan namzed in

9 Kurdên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê, bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinên şaredariyên Fînlandayê dibin.

Tewar Salarî ku keçeke kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê jidayik bûye, li du saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Fînlandayê kiribû, niha ew jina Kurd 29 salî ye û di siyaseta Fînlandayê de çalak e û Cîgira Seroka Partiya Sosyal Demokrat e ku yek ji partiyên herî bihêz ên wî welat ye.

Tewar Salarî ji K24ê re ragehand, siyaseta derve ya partiya wê giringiyê dide doza Kurd, Kurdistan û Rojhilata Navîn û parastina mafên mirovan û diyar kir, wê xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan kiriye namzed.

Berbijarekî din yê Partiya Sosyalîst Demokrat, yê bi navê Burhan Ehmedî ji K24ê re ragihand, divê dengê biyaniyan di encûmenên şaredariyan de bihêztir bibe, da ku bikarin nûneratiya gelê xwe bikin û dengê xwe bidin partiyên ku piştevaniya biyanî û penaberan dikin.

Namzedên Kurd ên ji bo hilbijartinên şaredariyên Fînlandayê ev in:

1- Mohîs Ezîzî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û berbijarê Partiya Hevpeymaniya Niştimanî (Kokumus) bo Şaredariya Turku ye.

2- Şahîn Zade Ehmed: Ji Rojhilatê Kurdistanê û namzedê Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Turku ye.

3- Ferzende Qaderî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û namzeda Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Turku ye.

4- Semîra Nûrî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û namzeda Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Turku ye.

5- Tewar Salarî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û namzeda Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Turku ye.

6- Burhan Ehmedî: ji Rojhilatê Kurdistanê û namzedê Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Turku ye.

7- Ebdulqadir Cafer: Ji Rojavayê Kurdistanê û namzedê Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Lahtî.

8- Kerîm Hebîbî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û namzedê Partiya Sosyal Demokrat bo  Şaredariya Vaasa ye.

9- Afşîn Weysî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û berbijarê Partiya Yekîtiya Çep a Fînlandayê ji bo Şaredariya Raisio ye.

 

Basnews

Top