• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera avabûna Partiya Komînîst a Iraq û Kurdistanê peyamek belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera avabûna Partiya Komînîst a Iraq û Kurdistanê peyamek belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdisatanê Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina her du Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê pîroz kir û got, dîrokeke wan a dirêj di têkoşîna ji bo azadiyê de hebû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 31ê Adarê bi boneya 91 saliya damezrandina her du partiyan peyamek pêşkêşî Sekreter û endamên Komîteya Navendî ya her du partiyan kir.

Mesrûr Barzanî got: “Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Komonîst a Kurdistanê dîrokeke wan a dirêj di têkoşîna ji bo azadiyê û berevanîkirina li maf û daxwazên rewa yên gelê Iraqê û bi taybetî gelê Kurdistanê de heye.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Ez hêviya serkeftinê di xebata wan a ji bo parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û xurtkirina prensîbên azadî û demokrasiyê li Iraqê de, ji wan re dixwazim.”

 

 

Top