Tendirustuya Silêmaniyê: Di nava 6 demjimêran de 21 kes bûne qurbaniyên bûyerên hatûçûnê
Di nava 6 demjimêrên borî de, çend bûyerekî hatûçûnê li sînorê Silêmaniyê hatine jiyan kirin û ji ber wê sedemê 21 kes bûne qurbanî.
Îro 30.03.2025, Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê daxuyaniyek belav kiriye û diyar dike: “Di nava 6 demjimêrên borî de, 21 kesên birîndar yên hatûçûnê ji bo nexwaşxaneya lezgîn a bajêr hatine ragirin.”
Herwaha aşkera kiriye: “Di demjimêr 8ê sibehê, heta demjimêr 2yê piştî nîvro a îro, ew bûyer hatine jiyan kirin ku 13 haletên wê bûyerên otomobîlê bûne û yên din jî motosîkletê bûne ku mixabin 2 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dane.
Basnews
