• Monday, 09 February 2026
logo

Heşdî Şeibî li Kerkûkê bi kursî şikandin û gule reşandinê merasima roja Qudsê têk da

Gulan Media March 30, 2025 Nûçe
Heşdî Şeibî li Kerkûkê bi kursî şikandin û gule reşandinê merasima roja Qudsê têk da

 Li bajarê Kerkûkê hêzeke Lîwaya 63 ya Heşdî Şeibî êrişî merasîma ku ji bo Cejna Qudsê hatibû rêxistin kirin, bi kursî şikandin û gule reşandinê merasima wan têk da.

Li ser vê bûyerê Desteya Heşdî Şeibî biryar da ku danûstandina li gel wê lîwayê(Tugay) rawestîne û di derbarê bûyerê de lêkolînê bikin.

Di wê çarçoveyê de fermandariya eniya bakûr û rojavayê Dîcle ya Heşdî Şeibî daxuyaniyek belav kir û têde diyar kiriye, ku bila karên lîwaya 63ê ya Heşdî Şeibî bi rawestandin ku roja îna borî, bi boneya roja qudsê rêûresmek hatibû rêxistinkirin û ew merasim hat têkdayîn.

Herwaha aşkera kiriye, ku li ser kesên ku êrîşî merasîmê kirin û gule berdan wan, lijneyeke lêkolînê bê avakirin.

 

 

Basnews

Top