Balyozê Îranê li Iraqê: Amerîkayê daxwaza hilweşandina Heşda Şebî ji me kiriye
Balyozê Îranê li Iraqê bersiva daxwaza Trump ji bo hilweşandina komên Heşda Şebî dide.
Balyozê Îranê li Iraqê Mihemed Kazim Sadiq got, “Nameya Trump ji bo Tehranê hilweşandin an jî jikarxistina komên Heşda Şebî digehîne, ku ev jî li cem me qebûl nîne.”
Balyozê Îranê herwesa got, “Biryara hilweşandina komên Heşda Şebî biryareke Iraqî ye, ez wesa dibînim ku mistehîl e. Herwesa em danûstandinên li ser moşekên Balistî jî red dikin.”
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Çi daxwazî ji aliyê Amerîkayê ve ji bo hilweşandina komên Heşda Şebî negehiştine Iraqê.”
Serokwezîrê Iraqê di çavpêkeftineke tilevizyonî de tekez jî kir ku, “Çi aliyek nikare Iraqê neçar bike ku erkê komên Heşda Şebî bidawî bîne.”
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî jî ji aliyê xwe ve eşkere kir ku, Îranê bersiva wê nameya Serokê Amerîkayê Donald Trump daye ku tê de daxwaz ji Tehranê kiriye, tevlî danûstandinên girêdayî bernameya wê ya atomî bibe.
Êraqçî ji ajansa Îrnayê ya Nûçeyan re got, “Bersiva fermî ya Îranê ji bo peyama Trump li roja Çarşemê bi awayekî guncayî bi rêya Selteneta Emanê hatiye şandin.”
Basnews
