Li Lîtvanyayê 4 leşkerî Amerîkayê winda bûn
Îro 26.03.2025ê hat ragehandin, 4 leşkerên Amerîkayê di dema rahênana leşkerî de li Lîtvanyayê bêserûşûn bûne.
Kanala Sky News a erebî belav kir: Hêzên Lîtvanyayê û hêzên Hevpeyman li gel helîkopterekî hêzên esmanî û zêrevanên sînor ji bo lêgerîna dû wan leşkerên windabûyê de hatine erkdar kirin.
Bûyer di dema perwerdeya leşkerî ya tedbîqat ango manûr û rahênanekî li rojhilatê Lîtvanyayê pêkhatiye û 4 leşkerên Amerîkayê bêserûşûn in.
Artêşa Lîtvanyayê di beyanameyekî de ragehand, cîhê bûyerê hatiye destnîşan kirin û naha operasyona lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike.
Fermangeha karûbarên giştî ya Ewrupa û Afrîqayê yê artêşa Amerîkayê di beyanameyekî de piştrast kir ku ew leşker ‘’Di dema bûyerê de perwerdeyekî taktîkî ya bi bername bo hatiye darêjandin hatiye encam dan.’’
Lîtvanya endamê NATO û Yekitiya Ewrupayê ye, ku hezar leşkerên Amerîkayê li wê derê ne û bi perwerdeya wan ve mijûl in.
Basnews
