• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê li gel Wezîrê Dewletê yê Qeterê tekezî li ser bihêz kirina pêywendiyên dualî kirin

Gulan Media March 26, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê li gel Wezîrê Dewletê yê Qeterê tekezî li ser bihêz kirina pêywendiyên dualî kirin

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dewletê yê Qeterê tekezê li ser bihêzkirina peywendiyên dualî di warê enerjiyê de dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25.03.2025 di çarçoveya serdana xwe ya fermî ji bo Qeterê de, li Dohayê bi Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Enerjiyê yê Qeterê Seid bin Şirîde Kabî re civiya.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Di wê civînê de danûstandin li ser bihêzkirin û berdewamkirina peywendiyên dualî yên Herêma Kurdistanê û Qeterê di warê enerjiyê de hatin kirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh (Duşem, 24.03.2025) bi serdan û vexwandineke fermî gehişt Dewheya paytexta Qeterê û bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdirehman al Sanî re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wê rojê bi Serokê Dezgeha Weberhênanê ya Qeterî Şêx Bender bin Mihemed al Sanî re jî civiya.

 

Basnews

Top