• Monday, 09 February 2026
logo

Konfederasyona Rewenda Kurdistanê: Peyama Serok Barzanî piştgiriyekî bihêz bû ji bo gelê Kurd

Gulan Media March 26, 2025 Nûçe
Konfederasyona Rewenda Kurdistanê: Peyama Serok Barzanî piştgiriyekî bihêz bû ji bo gelê Kurd

Serokê Konfederasyona Rewenda Kurdistanê peyamek belav kir û di peyama xwe de spasî û pêzanînên xwe gehande Serok Mesûd Barzanî.

Herwaha diyar kir, ‘’Peyama Serok Barzanî wek piştgiriyekî bihêz bû ji gelê kurd û Kurdistaniyên li diyasporayê û parçeyên din ên Kurdistanê.’’

Peyama Serokê Konfederasyona Rewenda Kurdistanê Îsmaîl Kamil waha ye;

Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû kurdên ku xemdar û dilsozên doza kurd û Kurdistanê li

diyasporayê, dikin.

Kurdistaniyên hêja,

Li ser navê Komîteya Birêvebir, spasiya xwe pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî dikin ku ji bo piştgiriya

Konfederasyona Diyaspora Kurdistanî Peyama Serok Barzanî wek piştgiriyeke bihêz bo gelê Kurd

û Kurdistaniyên li diyasporayê û bo hemû beşên Kurdistanê dibînin.

Her wisa em spasîya serperştiyarê Revenda Kurdistanî li baregeha Barzanî birêz Şîfa Barzanî

dikin ku bi hewldan û şarezayîya dîplomatîk karî em vê serkeftina mezin bi dest bixin.

Em spasiyên xwe pêşkêşî endamên her çar federasyonên endamên Konfederasyona Revenda

Kurdistanî dikin ku bi xebatên xwe gelek xizmet kirin bo pêkanîna cejna Newrozê.

Bê şik erkê ragihandinê nayê jibîrkirin. Em spasiya hemû kedkarên ragihandinê dikin û spasiya

hemû kenalên ragihandinê, rojnamevan û peyamnêran dikin ku li ser gihandina deng û rengê gelê me berdewam in.

Em spasiyên xwe yên taybet pêşkêşî Şaredarê Kolnê Dr. Ralph Elster dikin ku peyameke xweş û

piştgirîyeke bêhempa da û kêfxweşiya me parve kir.

Em wek Komîteya Rêveber a Konfederasyona Revenda Kurdistanî, spasiyên xwe pêşkêşî hemû

partî û berpirsên siyasî dikin ku bi coşeke mezin piştgirî dane me. Em spasiya rêxistinên Kurd yên

civakî û sivîl li Elmanyayê dikin ku karîbûn wêneyekî xweş nîşanî cîhanê bidin ku gelê me hez ji

azadî, jiyan û mirov dostiyê dike.

Em spasiya xwe bo hevkariya Civata Kurd li Almanya dikin û her usa spasiya koordinatorê

Newrozê Akif Heseku û kesên din ji bo mandubûna wan.

Di dawiyê de em spasiya hemû heval, kesatî û aliyên ku bi erk û hewlên xwe hatin û cejna

Newrozê bi serketî kirin û careke din tekez kirin ku Kurdbûn serbilindî ye.

Em sipasiya polêsên Alman dikin, bo tehemula wan, bo ewlewî û aramiya cejna Newrozê,

Bijî Kurd, bijî Kurdistan, bijî ala Kurdistanê

Îsmaîl Kamil

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî

 

 

Basnews

Top