• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî peyameke serxwaşiyê belav kir

Gulan Media March 26, 2025 Nûçe
Serok Barzanî peyameke serxwaşiyê belav kir

Serok Barzanî îro 25.03.2025, ji bo koça dawî ya Bavê Newzad peyameke serxwaşiyê belav kir.

Naveroka peyama serok:

Binavê xwedayê mezin û dilovan

Min bi xembariyeke mezin xebera koça dawî ya xebatkar û tekoşerê kurd Ebdalrhîm Esmet Wanlî yê binavê din Bavê Newzad bihîst. Rehmetî Kesayetiyê niştimanperwer yê Rojavayê Kurdistanê nemir Ebdulrehîm Esmet Wanlî jiyana xwe ji bo têkoşîna doza rewa ya gelê Kurd li Sûriyê û di nava refên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê de terxan kir û di wê rêyê de rastî girtin û derbederî û koçberiyê bû.

Ez sersaxî û serxwaşiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên xwedêjêrazî Ebdulrehîm Esmet Wanlî û heval û hevalbendên wî yên li Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê dikim û xwe şirîkê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê rehmetî bi bihuştê şa bike û sebr û aramiyê bide her kesî.

Înna lîllahî we înna îlahî rajîoon

Mesûd Barzanî

25.03.2025

 

Basnews

Top