• Monday, 09 February 2026
logo

Baweriya Amerîkayê bi Iraqê nemaye – Washington welatên Kendavê dike navbeynkar ku peyama wê bigehînin Tehranê

Gulan Media March 26, 2025 Nûçe
Baweriya Amerîkayê bi Iraqê nemaye – Washington welatên Kendavê dike navbeynkar ku peyama wê bigehînin Tehranê

Îro 25.03.2025ê çavdêrekî siyasî ku mamostayê zanistên siyasî ye li zanîngehên Iraqê Xalîfe Temîmî diyar kir, Amerîkayê rêya gehandina peyamên xwe ji bo Îranê dûrî Iraqê dixe, ji ber ku Bexdayê bi alîgiriya Tehranê tometbar dike û ji ber têkelbûna peywendiyên aborî û wan grubên çekdar ên Îran piştevaniya wan dike, peyamên xwe bi rêyên din ve dişîne.

Mamostayê zanistên siyasî Xelîfe Temîmî ji malpera Bexdad El Yum re ragehand, ‘’Amerîkayê berê tometa rasterast li Bexdayê kiribû, ku bandorekî berçav a Îranê li ser siyaseta Iraqê ye. Ji ber ku li gor wan Îran bi rêya Iraqê re planên xwe li navçeyê dadirjîne.’’

Herwaha got: ‘’Vê yekê wisa kir ku Amerîka li dû welatên din bigere ku bibe cîhgirê Bexdayê bo gehandina peyamên Amerîkayê ji Tehranê re. Bi taybet jî Îran vê demê de çend eniyekî serekî li navçeyê hebûn, ku wek Sûriye, Lubnan û Xezeyê û ji dest dane. Vê jî bandorek li ser rola wan eniyan hebûye ku piştî operasyonên rasterast ên Îsraîlê ew enî ji dest Îranê derketin.’’

Ew çavdêrê siyasî dibêje: ‘’Amerîka geheştiye wê baweriyê ku zehmete armancên xwe bi rêya Iraqê re bicîhbîne, ji ber Iraqê bi alîgiriya Îranê hatiye tometbar kirin, vê jî wisa kiriye ku stratejiya Amerîkayê de guhertin pêkbên.’’

Herwaha got: ‘’Amerîka pêwîst dibîne Iraq, dest ji beşek peywendiyên xwe yên li Tehranê berde. Bi taybet peywendiyên aborî û pirsa grubên çekdar ên ser bi Îranê bi dawî bike. ev jî bûye sedem Qesra Spî helwêstê xwe yê gehandina peyaman bi rêya Iraqê re dest jê berde û wê rêyê biguhere.’’

Xelîfe Temîmî got: ‘’Amerîkayê dest bi piştgirêdana bi dewletên Kendawê kiriye, ku peywendî û berjewendiya wan li Îranê heye, bo gehandina peyamên Amerîkayê û ew jî beşeke ji bihêzkirina hegemonya hevpeymanên Amerîkayê ya li navçeyê de.’’

Temîmî got: Guhertin di rêyên gehandina peyamên Amerîkayê de bo dewletên Kendavê ji ber sê sedemên serekî ye: Ji ber alîgiriya Iraqê ya li hember Îranê, hebûna Iraqê wek beşek ji pirsgirêkên Tehranê, herwaha nebûna vekirîbûna temam li hember Bexdayê di hin pirsan de. Vê jî hiştiye ku guhertin pêkbê û Amerîka berê xwe bide dewletên Kendavê û ev jî li gel berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê hev digre.

 

Basnews

Top