Di encama êrîşeke terorîstên DIŞIê de 4 welatî canê xwe ji dest dan
Duhê bi şev di encama êrîşeke terorîstên DIŞIê de bo ser gundê Çexmaxe ya li devera Dûbizê şer û pevçûn di navbera terorîstên DIŞIê û şêniyên gundê de derket.
Jêder behsa vê yekê dikin ku di encama pevçûna han de 4 şêniyên gundê canê xwe ji dest dane û 3 welatiyên din jî birîndar bûne.
Piştî bûyerê hêzên ewlekarî guhêştine cîhê bûyer û terorîstên DIŞIê jî reviyane û berê xwe dane devera Hewîce.
