• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê li gel serokê Saziya Veberhênanê ya Qeterê civiya

Gulan Media March 25, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê li gel serokê Saziya Veberhênanê ya Qeterê civiya

Roja 24.03.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Qeterê de, li Dohayê li gel Serokê Saziya Veberhênanê yê Qeterê Şêx Bender Bin Mihemedal Sanî civiya.

Di civînê de ku Mihemed El Sweydî rêveberê cîbicîkarê saziyê amade bû, tekezî li girîngiya pêşxistina pêywendiyên dualî di warên veberhênan û enerjî û binesaziya aborî û çaksazîkirina di sîstema bankî de hat kirin.

 

Top