• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê pêşwaziya şandeke Banka Cîhanî kir

Gulan Media March 23, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê pêşwaziya şandeke Banka Cîhanî kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana pêşwaziya şandeke Banka Cîhanî kir û di wê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hat kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23.03.2025, pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî bi serokatiya Rêvebirê Herêma Rojhilata Navîn Jean-Christophe Carret kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Banka Cîhanî de hat kirin, ji bo pêşxistina aborî û proseya çaksaziyê, bi arasteya baştirkirina xizmetguzariyên giştî.

 

Basnews

Top