Îmamoglu ji kar hat dûrxistin
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, şaredarên navçeyên Şîşlî û Beylîkduzuyê yên Stenbolê ji kar hatin dûrxistin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi tohmeta “gendeliyê” hatibû girtin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser jikardûrxistinan daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Şaredarê Beylîkduzuyê Murat Çalik û Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan ji kar hatine dûrxistin.
Her wiha Wezaretê da zanîn ku li şûna Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan jî Qeymeqamê Şîşliyê Cevdet Erturkmen wekî qeyûm hatiye danîn.
Çi bûbû?
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 19ê Adara 2025an di operasyonekê de ji du lêpirsînên cûda bi tohmeta "gendelî" û "alîkariya rêxistinê" hatibû desteserkirin.
Di heman lêpirsînan de bi giştî biryara desteserkirina 106 kesan hatibû dayîn.
Ekrem Îmamoglu îro di lêpirsîna gendeliyê de bi biryara dadgehê hat girtin.
Rudaw
