Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Hacî qadir Geylanî kesayetiyê welatparêz ê Pider û Btwênê peyameke serxwaşiyê belav kir.
Di peyama Serok Barzanî de wiha hatiye diyar kirin: bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê Soreşa Îlon û kesayetiyê welatparêz ê Pişder û Btwênê Hacî Qadir Geylanî gehişt min.
Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkar û nasên xwedê jê razî Hacî Qadir Geylanî dibêjim û xwe şirîkê xema wan dibînim.
Di dawiya peyama serok Barzanî de hatiye: Ez ji xwedayê mezin daxwazkarim ku rihê rehmetî bi biheştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.
Basnews
