• Monday, 09 February 2026
logo

Ehmed Şera daxwaz radestkirina Beşar Esed ji Putîn dike

Gulan Media March 22, 2025 Nûçe
Ehmed Şera daxwaz radestkirina Beşar Esed ji Putîn dike

Jêderên “Alarabiya” aşkere kirin, Ehmed Şera bi fermî daxwaz ji Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir ku Beşar Esed radestî wan bike, bi armanca darizandina wî li ser xaka Sûriyeyê.

Di destpêka vê mehê de, “Reuters” li ser zarê jêderên dîplomatîk ragihandibû, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera daxwaza pereyên ku Beşar Esed li Moskoyê razandine kiriye.

Lê jêderab tekez kirin, şanda Rûsî ya vê dawiyê serdana Şamê kiribû, ji Şera re gotiye ku Esed pere li Rûsyayê nerazandine.

Tê gotin, dosyeya radestkirina Beşar Esed şertekî bingehîn e ya Şamê ye ji bo asayîkirina peywendiyan bi Rûsyayê re, tevî peyamên erênî yên berpirsên rêveberiya nû derbarê vê dosyayê de hene.

Hin raport red nakin ku radestkirina Esed bibe beşek ji rêkeftina asayîkirina peywendiyên Şam û Rûsyayê.

 

K24

Top