• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî li bajarê akrê agirê Newrozê pêxist

Gulan Media March 21, 2025 Nûçe
Serok Barzanî li bajarê akrê agirê Newrozê pêxist

Serok Barzanî  îro 20.03.2025, beşdarî ahenga Newrozê ya Akrê bû û di nav wê ahengê de jî agirê Newrozê hil kir.

Serok Barzanî ku tevlî ahenga Newrozê ya Akrê bû agir pêxist, ew aheng bi tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmareke balyoz û konsulên welatan li Iraq û Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe.

Ahenga Newrozê ya Akrê ku wekî Paytexta Newrozê li Kurdistanê tê naskirin û her sal dubare dibe, bi tevlîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên û hejmareke balyoz û konsulxaneyên welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe.

Bi amadebûna Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke zêde ya balyoz, konsul, diplomat, nûner, şandiyên diplomasî yên welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê û tevlîbûna bi hezaran welatî û geştyaran, Kernevala Cejna Newrozl û Serê Sala Kurdî îro (Pêncşem, 20.03.2025) li Paytexta Newrozê li qezaya Akrê bi rê ve diçe.

Cejna Newrozê an destpêka sala nû di nav bi dehan welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navendî de tê kirin û her yek ji wan welat û gelan wê cejnê an destpêka sala nû pîroz dike.

Li cem gelê Kurd Newroz sîmbola azadî û serkeftinê û berhingarbûna zordariyê ye. Her sal bi lixwekirina kincên Kurdî û hilkirina agirî li hemî bajar û bajarkên Kurdistanê cejna Newrozê tê pîrozkirin û gelek çalakî jî tê de tên kirin. Îsal jî li Akrê di merasîmeke mezin a fermî de agirê Newrozê tê hilkirin û çend çalakiyên cuda cuda tên kirin.

 

 

Basnews

Top