• Monday, 09 February 2026
logo

Sûdanî cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir

Gulan Media March 21, 2025 Nûçe
Sûdanî cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir

Serokwezîrê Iraqê bi helkefta hatina cejna Newrozê peyamekê parve dike û tê de amajeyê dide, “Em germtirîn pîrozbahiyan arasteyî gelê Iraqê bi giştî û gelê xwe yê Kurd bi taybetî dikin.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 20.03.2025 bi helkefta hatina cejna Newrozê peyamek parve kir.

Di peyama Sûdanî de hatiye, “Bi helkefta hatina cejna Newrozê, em germtirîn pîrozbahiyan arasteyî gelê Iraqê bi giştî û gelê xwe yê Kurd bi taybetî dikin.”

Sûdanî di peyama xwe de dibêje, “Xudayê mezin vê cejnê bi xêr û xweşî derbaz bike, û bi hêviya berdewamiya ewlehî û seqamgiriyê li Iraqê.”

Navbirî herwesa got, “Newroz rojek e ku têkeliyên viyanê û çarenivîseke hevpar û dîrokeke mezin tîne bîra me.”

Cejna Newrozê an destpêka sala nû di nav bi dehan welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navendî de tê kirin û her yek ji wan welat û gelan wê cejnê an destpêka sala nû pîroz dike.

Li cem gelê Kurd Newroz sîmbola azadî û serkeftinê û berhingarbûna zordariyê ye. Her sal bi lixwekirina kincên Kurdî û hilkirina agirî li hemî bajar û bajarkên Kurdistanê cejna Newrozê tê pîrozkirin û gelek çalakî jî tê de tên kirin. Îsal jî li Akrê di merasîmeke mezin a fermî de agirê Newrozê tê hilkirin û çend çalakiyên cuda cuda tên kirin.

 

Basnews

Top