• Monday, 09 February 2026
logo

ENKS ahenga Cejna Newrozê li Şamê lidar dixe

Gulan Media March 19, 2025 Nûçe
ENKS ahenga Cejna Newrozê li Şamê lidar dixe

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ahenga Cejna Newrozê û Sersala Kurdî li Şamê, paytexta Sûriyeyê lidar dixe.

Nûnertiya Şamê ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, ew ê cejna Newrozê roja 21 li ser rêya Firokxaneya Şamê – Pira Pênecm, li parka xwaringeha (Elf Leyla û Leyla)  lidar bixin.

Endamê Yedek ê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mehabad Tizyanî ragihand, çûnûhatina bo cihê Newrozê hatine dabînkirin.

Tizyanî diyar kir, bas û otombîl li taxên Dumer, Zorava, Kiswê û Mezê ji bo çûnû hatina welatiyan amade kirine.

Sala 1986'an, dema ku kurdên Şamê dixwastin derkevin dervî Şamê, Newroza xwe pîroz bikin, endamên hêzên ewlekariyê yên rêjîma Hafız Esed ew yek qedexe kirin û di encamê de, welatiyê Kurd Silêman Adî hat şehîdkirin. 

 

K24

Top