Muqteda Sedir: Îsraîl dê bigehe sînorên Iraqê
Di naverasta aloziyên Rojhilata Navîn de Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir îro 19.03.2025ê peyamek di tora xwe ya civakî X de belav kir û hişyarî derbarê pêşdehatina zêdetir a Îsraîlê de da û got egera geheştina ser sînorê Iraqê heye.
Muqteda Sedir ragehand, hebûna Îsraîlê li navçeyê di encamê de baş nabe û rewşa naha (li gor gotina wî bixwe) dibe sedem ku careke din Filîstîn bê firotin.
Sedir dibêje, Îsraîl bi asankarî û alîkariya wirde û wê de ber bi axa welatên erebî ve zêdetir pêl davêje û di encamê de dê bigehe sînorê Iraqê.
Ev hişyariya Sedir di demekî ku êrîşên Îsraîlê li ser Xezeyê dest pê kirin de hat.
Basnews
