Li Rojavayê Kurdistan gel li dijî ragehandina destûrê ya nû a Sûriyê daketin qadan
Îro sêşemê girseya kurd li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di bin sloganên (destûra hatî ragehandin nûnertiya me nake û divê ji aliyê hemûyan ve were nivîsandin, em hevbeşin li vî welatî, pirsgirêka kurd, pirsgirêka gel û neteweyî ye. Sûriya demokratî ye û Sûriya namerkeziye) xwe pêşandan kirin.
Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi tundî dijî ragehandina destûra nû ya Sûriyê, bi taybetî ku Sûryaya bi komarekî Erebî pênase kiriye û red dikin û radigehînin ku pirsgirêka gelê kurd, pirsgirêka ax û gele û divê Sûriye mafên kurdan nas bike.
Çalakvanan bang li rêveberiya nû ya Sûriyê kirin ku li ser ragihandina destûrê lêkolînan bike û mafên gelê kurd di destûrê de nas bike.
Herwaha xwepêşanderan spasiya rola Serok Barzanî di yekrêziya kurd li Rojavayê Kurdistanê de kirin.
Beşek ji xwepêşanderan bi cil û bergên Kurdî û alayên Kurdistanê derketin û dirûşmên “Şam şekir e, lê Kurdistan şîrîntir e” avêtin.
Basnews
