• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî tekezî li girîngiya pêkanîna kabîneya nû di demeke herî nêzîk de dikin

Gulan Media March 17, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî tekezî li girîngiya pêkanîna kabîneya nû di demeke herî nêzîk de dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro 16.03.2025 pêşwaziya Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kir.

Di wê civînê de danûstandin li ser pêngav û rêkarên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin, herwaha li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke bihêz û hevgirtî û xizmetker bi zûtirîn dem hevnerîn bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê YNKê piştî wê civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku, ew civîn gelek baş bû û bi awayekî erênî bi rê ve çû.

Serokê YNKê di vî warî de got, “Civîna me gelek baş bû. Me li ser çend tiştên stratejîk li hev kir, ku ji bo gelê me baş bin.” Tekez jî kir, “Civînên me jî dê berdewam bin û armanca me her du aliyan ew e ku, bi zûtirîn dem hikûmetekê ji bo xizmetkirina gelê xwe çê bikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tekez kir, “Ev cara duyê ye ku em civînên baş û erênî dikin, ji bo ku em li hev nêzîk bibin û danûstandinan li ser wan mijarên giring bikin ên ku ji bo xelkê Kurdistanê û devera me bi giştî giring in.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Pêşkeftin û hevfêmkirinên gelek baş li ser wan mijaran hebûne, û ez hêvîdar im tîm jî bikarin ji bo pêkanîna hikûmetê di demeke nêzîk de her bi wê ruhiyetê bigehin lihevkirineke temam, ji bo ku dilê xelkê Kurdistanê bi pêşveçûna danûstandinên me xweş bibe.”

 

Basnews

Top