• Tuesday, 10 February 2026
logo

Donald Trump rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di kuştina Ebu Xedîce de bilind dinirxîne

Gulan Media March 15, 2025 Nûçe
Donald Trump rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di kuştina Ebu Xedîce de bilind dinirxîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di tora xwe ya civakî X de behsa kuştina Ebdula Mekî Refîî (Ebu Xedîce) kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand: ‘’Îro rêveberekî reviyayî yê DAIŞê li Iraqê hat kuştin.’’

Herwaha got: ‘’Ew terorîst ji aliyê cengaverên me yên qehreman ve bû armanc û jiyana wî ya pûç, li gel endamekî din ê DAIŞê bi dawî hat. Bi hemahengiya li gel Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew yek pêkhat. Bidestanîna aştiyê bi rêya hêzê ve ye.’’

Duh 14.03.2025ê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, kuştina Ebdula Mekî Muslih Refîî ku wek Ebu Xedîce tê naskirin û şûngir û cîhgirê serokê DAIŞê û berê walîyê Iraq û Sûriyê bû ragehand.

Sûdanî got: Kuştina Ebu Xedîce bi hemahengiya di navbera saziyên îstixbarata Iraqê û rêveberiya hêza hevbeş a Hêzên Hevpeymanan ve pêkhatiye.

 

Basnews

Top