• Monday, 09 February 2026
logo

TPAO dê li gel şirketên Amerîkî li Amedê li petrolê bigere

Gulan Media March 13, 2025 Nûçe
TPAO dê li gel şirketên Amerîkî li Amedê li petrolê bigere

 Şirketa dewletê ya lêgerîn û hilberîna enerjiyê Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO), ji bo diyarkirina çavkaniyên petrol û gaza xwezayî li herêma Amedê bi şirketên Amerîkî Continental Resources û TransAtlantic Petroleumê re peyman îmze kir.

Bayraktar li Amerîkayê ragihand

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar doh beşdarî konferansa CERAWeek a li Amerîkayê bû.

Alparslan Bayraktar li konferansa CERAWeekê got, “Ez hêvî dikim ku ev peyman a ku qonaxeke nû di lêgerîna petrolê li Tirkiyeyê de vedike ji bo hemû aliyan re li ser xêrê be."

Li gorî peymanê, her sê şirket dê li herêma Amedê çavkaniyên petrol û gaza xwezayî yên ne-konvansiyonel pêş bixin.

"Çavkaniyên dest destlênedayî hene"

CEOyê Continental Resources Doug Lawler jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şirket 57 sal in di warê lêgerîna petrolê de çalak e û wiha got:

"Em dibînin ku li Tirkiyeyê potansiyeleke mezin a çavkaniyên destlênedayî hene.

Em kêfxweş in ku em di warê rêbazên ne-konvansiyonel ên keşifkirin û derxistinê de bi TransAtlantic û TPAO re hevkariyê dikin ku dê sûdwergirtina temam ji van çavkaniyan pêk bîne."

 

Rudaw

Top