• Tuesday, 10 February 2026
logo

Iraq helmetekî dijî karkerên Sûrî da dest pê kirin – Sedî 90 karkerên xwaringehên Bexdayê Sûrî ne

Gulan Media March 13, 2025 Nûçe
Iraq helmetekî dijî karkerên Sûrî da dest pê kirin – Sedî 90 karkerên xwaringehên Bexdayê Sûrî ne

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Iraqê Ehmed Esedî di hevpeyvînekî televîzyonî ya îro ji aliye ofîsa ragehandina wezaretê ve hatiye weşandin de ragehand: ‘’Hejmara karkerên ereb û biyanî li Iraqê ji 800 hezar kêmtir nîne.’’

Herwaha diyar kir: ‘’hebûna karkerên Sûrî li Iraqê neyasayî ye û piraniya wan bi rêyên qaçax ve hatine Iraqê.’’ Navborî got: ‘’Xwaringehên Bexdayê nêzîkî sedî 80 – 90ê wan de karkerên Sûriyê kar tê de dikin.’’

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî ya Iraqê diyar kir: ‘’Me biryar da ku em rewşa karkerên biyanî rast bikin, lê karkerên Sûrî sûd ji wê biryarê newergirt, ji ber hatina wan a nav Iraqê bi awayê fermî nebûye.’’

Esedî diyar kir, yasa daxwazê ji xwediyên kar dike li hember her karkerekî biyanê yek karkerekî Iraqî jî bigre kar.

Li gor kovara CEO World a Amerîkî ku lêkolînekî derbarê 212 welatan de pêkaniye de, Iraqê di rêza 32yemîn a cîhanê ye ji aliye bêkarî de, herwaha di nav welatên ereb de jî di rêza 9emîn de ye.

Ew rêzbendiya wê kovarê de hatiye belav kirin di Îlona 2024ê de hatiye belav kirin û derketiye ku rêjeya bêkariyê li Iraqê geheştiye sedî 14.2yê û li gor wê rêzbendiyê li cîhanê di rêza 32yemîn de ye.

Di çend rojên borî de û piştî têkçûna rewşa Sûriyê û êrîşên li dijî Elewiyên Sûriyê, li Iraqê jî helmetek dijî Sûriyan dest pê kir.

Di wê çarçoveyê de grubekî rûyê wan veşartî û bi maske, êrîş kirin ser karkerên Sûrî û Wezareta Derve ya Sûriyê jî êrîş şermezar kir û daxwaza lêkolîn û lêpirsînê kir. Li ser wê daxwazê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî lijneyek lêkolînê pêkanî.  

 

basnews

Top