• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îro 34 salemîn salvegera Raperîna Hewlêrê ye

Gulan Media March 11, 2025 Nûçe
Îro 34 salemîn salvegera Raperîna Hewlêrê ye

Îro 11.03.2025 û 34 sal berî naha serhildan û raperîna hemwelatiyan û rizgar kirina paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê pêkhat.

11ê Adar a 1991ê xelkê Hewlêrê serî rakir û bi piştevaniya hêzên Pêşmerge ve saziyên ewlehiyê, artêş, binkeyên polis û hemû saziyên din ên fermî dest danîn ser û çekdarên rejîma Beis li daîreya ewlehiyê û menzûmeya şîmalî de hewldan berevaniyê bikin û hejmarek mezin ji wan hatin kuştin û piştre jî hemû hatin girtin û beşek ji wan her li wê derê ji aliyê hemwelatiyan ve hatin gulebaran kirin.

Rizgar kirina bajarê Hewlêrê û raperîn û serhildana gelê kurd a roja 5ê Adarê li Ranya ve destpê kir û piştre beşek ji bajar û bajarokên Kurdistanê berdewam kir û bi rizgar kirina Hewlêrê ve serhildan ket qonaxeke nû û serkeftina gel û hêzên Pêşmerge misoger bû.

 

Basnews

Top