• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îsraîl: Em amade ne Durziyên Sûriyeyê biparêzin

Gulan Media March 11, 2025 Nûçe
Îsraîl: Em amade ne Durziyên Sûriyeyê biparêzin

 Îsraîlê ragihand, ew amade ye Durzîyan li Sûriyeyê biparêze, piştî çend rojan ji derketina tundûtûjiyê li parêzgehên berava Sûriyeyê li dijî pêkhateya Elewiyan.

Tundûtûjî hefteya borî di navbera çekdarên alîgirên rêjîma Beşar Esed û hikûmeta nû ya Sûriyeyê û de dest pê kir. Di encamê de zêdetir ji hezar kesî hat kuştin ku piraniya wan Elewî bûn

Berdevkê Hikûmeta Îsraîlî David Mincer duh 10ê Adarê di daxuyaniyekê de, ew şer û pevçûn weke “komkujiya sivîlan” binav kir.

Mincer got jî, eger pêwîst bike, Îsraîl amade ye Druziyan biparêze, bêyî ku hûrgulî li ser çawaniya parastina wan diyar bike.

Pêkhateya Suriziyan li Sûriye, Libnan û Îsraîlê hene. Li Îsraîl nêzîkî 24 hezar Durzî li bilindahiyên Golanê dijîn, ku Îsraîlê ew dever di şerê sala 1967an de ji Sûriyê girtibû.

Herwiha gelek Durzî li parêzgeha Siweydayê ya başûrê Sûriyeyê dijîn û pêştir dîsa Îsraîl ragihandibû ku ewê rê bidin Durziyên Sûriyê ku li Golanê kar bikin.

Roja Pêncşemê 6ê Adarê, li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta nû ya Sûriyê û alîgirên rêjîma berê ya Esed de derketin. Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, 973 sivîl ji alîyê hêzên hikûmetê û çekdarên hevpeymanên wê ve hatine kuştin.

Diyar kir jî, zêdetir ji 250 çekdarên Elewî hatin kuştin û bêtirî 230 endamên hêzên ewlekariyê yên hikûmeta nû jî hatine kuştin.

 

K24

Top