• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê pesnê kar û xizmeta Serokê Desteya Parastin û Çêkirina Jîngeyê dike

Gulan Media March 11, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê pesnê kar û xizmeta Serokê Desteya Parastin û Çêkirina Jîngeyê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Parastin û Çêkirina Jîngeya Herêma Kurdistanê kir û pesnê kar û xizmetên wî da.

Îro 11.03.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi baoneya dawî hatina erkê wî, pêşwazî li Serokê Desteya Parastin û Çêkirina Jîngeya Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq kir.

Hevdîtinê de Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî rêz û pêzanînên xwe ji bo kar û xizmet û çalakî û hewldan û westandina Ebdulrehman Sidîq nîşan da, ku di heyama Serokê Desteya Çêkirin û Parastina Jîngeyê de kar kiriye û ji bo naha û pê de jî hêviya serkeftin û tenduristiyê ji bo wî xwest.

Ebdulrehman Sidîq jî spasiya alîkarî û piştevaniya Serokê Hikûmetê ya bedewam û xemxwariya wî ya ji bo parastina jîngeya Kurdistanê kir.

 

Basnews

Top