• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ji Dr. Fayîq Gulpî bo BasNewsê: Kak Mesûd Barzanî dikare rolekî bi bandor di serkeftina proseya aştiyê de bilîze

Ji Dr. Fayîq Gulpî bo BasNewsê: Kak Mesûd Barzanî dikare rolekî bi bandor di serkeftina proseya aştiyê de bilîze

Siyasetmedarê ku berê Serokê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK)ê Dr. Fayîq Gulpî ku partiyekî nêzîkî PKKê bû, behsa proseya aştiyê ya li Tirkiyê dike û amaje bi wê yekê dike ku giringe yekdengiya netewî ji bo pirsa aştiyê li Tirkiyê hebe û dibêje Serok Barzanî dikare li ser asta Bakur û Başûr û Rojavayê Kurdistanê rol bilîze.

Siyasetmedar Dr. Fayîq Gulpî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Divê mijara aştiyê derbarê Tirkiye û kurdan de stratejîk be, ew destpêşxeriya vê dawiyê ji aliyê berpirsên kurd û tirk ve hatiye pêşxistin, bi rastî dilê xelkê xweş dike, ku naxwazin xelk bê kuştin û dixwazin aştî pêkbê.

Gulpî ragehand: ‘’Piştî peyama Ocalan tişta ku tê dîtin xirab nîne û pêngav û axaftin ber bi wê ve diçin ku ev prose dê bê cîhbicîh kirin û dawî bi şer bê. Tişta giring PKKê ragehand ku agirbestê dikin û ev pêngavekî pratîke, PKKê ragehand dê kongreyê pêkbîne, lê bi mercê Ocalan bixwe serpereştiya wê bike û ev jî tiştekî xirab nîne. Ji aliyê Tirkiyê ve jî gotinên baş tên kirin, lê pêngavên kiryarî nehatine avêtin û heta naha me nedîtiye ku bibêje emê şer rawestînin. Ev jî elbet dê bi qonax qonax bê kirin. Piştî ragehandina şer divê helmeta ragehandin li dijî hev rawestînin. Piştî wê jî divê nûnerên herdu aliyan rûnên û gotûbêjê bikin, ku çi bê kirin ji bo ragirtina şer. Kongreya PKKê bê kirin û çek dayne û xwe hilweşîne, divê nûnerên aliyên bi nakok axaftinê li ser rêkeftinê bikin, ku bikarin pêngavên baştir bavêjin.’’

Derbarê çek danîna PKKê tenê PKKê li xwe digre yan partî û rêxistinên din ên ser bi PKKê jî li xwe digre yan na? Gulpî got: ‘’Heta naha bi fermî HPG di şer de ye li gel Tirkiyê. Êdî carê ti behsa PJAK û HSD û PYDê nehatiye kirin. Ji ber ew rasterast şerê wan li gel Tirkiyê nîne, tu dema behsa aştiyê dikî, divê bizanî kî rasterast şer li gel Tirkiyê dike, bi pratik divê wisa be. Vê derbarê de jî hêzên din daxuyanî dan, ji bo mînak Mezlûm Ebdî daxuyanî da û dibêje şer ragirtin û çek danîn peywendiya wê bi me ve tine. Berê jî ragehand, eger hikûmeta nû ya Sûriyê garantiya mafên wan bike, dê bibin beşek ji artêşa nû ya Sûriyê.’’

Derbarê gehandina peyama Ocalan bo Serok Barzanî jî Fayîq Gulpî got: ‘’Ev mijarekî stratejik e û dawî anîne bi şerê li gel Tirkiyê ye û hin destkeftên kurdan divê bê misoger kirin û qahîm kirin. Şandeya DEM Partiyê berî bên Başûrê Kurdistanê li gel berpirsên Tirkiyê û opozîsyona Tirkiyê rûniştin, hatin Başûrê Kurdistanê li gel berpirsên Kurdistanê rûniştin û ji çend aliyan ve ev pêngav giring bûn. Ji ber Herêma Kurdistanê xwedî statü ye, kürdin û nêzîkin li parçeyên din, xwestina nêrîna partiyên Başûrê Kurdistanê wergirin û hevkariya yek bikin di vê proseyê de, ne ku dijatiya yek. Herwaha berê jî Kak Mesûd Barzanî û Kak Nêçîrvan Barzanî û Talebanî hewl dan proseya aştiyê û ew şande ji bo teqezkirina niyeta aştiyê bû.’’

Dr. Fayîq Gulpî got: Kak Mesûd Barzanî dikare piştevaniya projeya aştiyê de rola xwe di asta Bakur û Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bilîze. Herçend naha ez nizanim asta peywendiyên Kak Mesûd Barzanî û Tirkiyê çawa ne, ku bikarin li asta Tirkiyê de bi bandor be, lê ez bawer dikim ku xwedî bandor dibe.’’

Derbarê çawaniya çek danîna jî aliye PKKê ve jî got: ‘’Ev proseyekî dirêje, bere jî sala 2002yê de ev prose hate behs kirin û PKKê xwe hilweşand û rêxistinekî din a bi navê KADEK bi gotûbêjên li gel Tirkiyê pêkhat. Wê demê Ocalan li gel Tirkiyê di gotûbêjê de bû, lê piştre serkeftî nebû, ji ber PKKê got em amadene çek daynin, lê eger pirsgirêka kurd bê çareser kirin. Ma çawa dibe mekanîzmayek ji bo wê diyar nîne, me li Başûrê Kurdistanê jî heman ezmûn hene, sala 1974ê de beşek ji Pêşmerge bûne parêzvanên sînorê Iraqê, naha jî hêza çekdar a Kurdistanê du cure ne, beşek ji wan parêzvanên Iraqê ne. Mazlûm Kobanê jî dibêje em pirsgirêkên xwe çareser bikin, emê bibin beşek ji hêza artêşa Sûriye ya Nû, ev jî egerekî dine. Ji bo wê eger heye ew hêzên çedar ên PKKê bibin beşek ji hêza artêşa Tirkiyê jî, xala din ew hêz dê bi dawî bibe, lê eger Tirkiye lêborînê ji bo berpirsên PKKê derbixe, ji ber biryara girtin û cezayê heye, lê ji bo ew jî biçin Tirkiyê û wek partiyekî sivîl xebatê bikin pêwîstî bi lêborînê heye.’’

Derbarê pirsa Serok Barzanî piştevaniya peyama Ocalan kiriye, gelo dê rengdana vê hebe de Gulpî diyar kir: ‘’Xelkê Kurdistanê daxwaza yekgirtinê dikir, ji ber cureyek ji nakokiyên îdeolojîk û siyasî di navbera aliyan de heye. Lê cureyek ji yekdengiya li ser asta netewî pêwîst bû hebûya, bere jî hewl hatiye dayîn ku kongreya netewî bê kirin, lê çênebû, naha peyama Barzanî bo Ocalan hebû û ev jî tiştekî başe.’’

 

Basnews

Top