• Tuesday, 10 February 2026
logo

Qasim Erecî: Divê PKK û hêzên Tirkiyê piştî pêvajoyê aştiyê ji Iraqê derkevin

Qasim Erecî: Divê PKK û hêzên Tirkiyê piştî pêvajoyê aştiyê ji Iraqê derkevin

 Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê ragehand ku welatê wî dixwaze PKK û hêzên Tirkiyê piştî serkeftina pêvajoya aştiyê, ji Iraqê derkevin.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî îro 5.03.2025, daxwaz ji çekdarên PKK û leşkerên Tirkiyê kir ku piştî pêkanîna proseya aştiyê ji Iraqê derkevin. 

Qasim El-Erecî diyar kir, ew naxwazin çekdarên PKKê û leşkerên Tirkiyê li Iraqê bimînin, ew dixwazin ew bi temamî ji Iraqê derkevin.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê ragihand, hêzên artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê li Iraqê ne.

Da zanîn jî, “Tirkiye di gelek hevdîtinan de tekez kiriye ku qet çavê wê ne li ser axa Iraqê ye.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 27ê Sibatê bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re bangek li PKKê kiribû û jê daxwaz kiribû çekê xwe deyne û xwe hilweşîne.

Piştî vê banga Ocalan, Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê ragihand, li ser Banga Abdullah Ocalan, ew ji îro pê ve agirbestê radigihînin. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”

 

Basnews

Top