• Tuesday, 10 February 2026
logo

Netenyahu: Şerê me tenê li Xeze nîne, em dê nexşeya Rojhilata Navîn biguherin

Netenyahu: Şerê me tenê li Xeze nîne, em dê nexşeya Rojhilata Navîn biguherin

 Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu ragehand, welatê wan xwedî şiyana şer e û got hêzên Îsraîlê geheştine lûtkeya Çiyayê Himun (Cebel El Şêx) ku nêzîkî Şamê ye û nexşeya Rojhilata Navîn guhertine.

Netenyahu îro 05.03.2025ê di dema merasîma bilindkirina payeya serfermandarê artêşa Îsraîlê de amaje bi wê yekê kir ku bi alîkariya Amerîkayê ve, artêşê çekên zêdetir bidest anîne, herwaha diyar kir li gor pêwîstiyan geheştine armancên şer ên temamî.

Serokwezîrê Îsraîlê got: ‘’Şerê me tenê li Xeze nîne. Me şer di çend eniyan de kir, encam jî ji bo nifşên dema bê ronahî dibe û bi hemû armancên şer jî emê bigehin. Ji wan nehiştina Tevgera Hemasê, çi ji aliyê desthilatê ve be û çi ji aliyê sivîl ve be.’’

Li gor nûçe malperekî nûçeyan a Rûsyayê belav kiriye; Netenyahu dibêje welatê wan xwedî şiyane ku şerekî tund de bersiva hemû aliyan bide, ku gefan li wan bixwe.

 

Basnews

Top