• Tuesday, 10 February 2026
logo

Zelensky: Ez ji ber tiştê ku qewimî lêborîn dixwazim û spasiya Trump dikim

Zelensky: Ez ji ber tiştê ku qewimî lêborîn dixwazim û spasiya Trump dikim

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky di yekemîn daxuyaniya xwe ya piştî rawestandina alîkariya leşkerî ya Amerîkayê bo Ukraynayê, îro sêşemê poşmaniya xwe li hember wê nîqaşa ku li koşka spî qewimî anî ziman û spasiya xwe bo Washingtonê dubbare kir.

Zelensky di parvekirineke xwe ya li ser tora civakî Xê de dibêje: “Civîna me li koşka spî bi wî awayê ku biryar bû birêve biçe, pêk nehat.”

Herwaha dibêje: “Em tiştên ku Amerîkayê ji bo parastina serwerî û serxwebûna Ukraynayê kiriye bilind dinirxînin, ew kêlî li bîra me de ye ku tişt guherîn, dema ku Serok Trump çek ji bo Ukraynayê dabîn kir.”

Serkolê Ukraynayê dibêje, “Ukrayna amadeye di demeke herînêzîk de li ser masa danûstandinê birunê ji bo bidesanîna aşitiyeke berdewam, ez û tîma xwe amadene di bin serokatiya bihêz a Serok Trump kar bikin bo bidesanîna aşitiyeke berdewam.”

Amaje bi wê jî daye: “Em amadene ji bo bidawî anîna şer kar bikin, destpêkê jî divê azadkirina girtiyan be, agirbesta asmanî û qedexekirina mûşekên menzîl dirêj û dron jî tê de, herwaha yekser agirbest di rûberûbûna deryayî de divê bê kirin. "Eger Rûsya heman tiştî bike, wê demê em dixwazin di hemû qonaxên pêş de bi lez tevbigerin û bi Amerîkayê re bixebitin da ku bigihîjin rêkeftinek dawî."

 

 

Basnews

Top