Li Pakistanê di êrîşeke xwekujiyê de 7 jê zarok 12 kes mirin
LI bajarê Bannu ya li bakurê rojavayê Pakistanê, bi du wesayîtên ku bombe lê barkirî ve êrîşeke xwekujiyê pêkhat û di encamê de 7 jê zarok, 12 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Polîsê Pakistanê ragehand, 2 wesayîtên ku bombe lê hatî barkirin, ber bi binkeyekî leşkerî ve hatine birin û di wê kêliyê de hatine teqandin û di encamê de 7 jê zarok herî kêm 12 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Li gor nûçeya ajansa Reutersê ragehandiye, piştî fitara duh 04.03.2025ê ji ber teqînekî banê mizgeftekî hilweşiya û di wê demê li qadekî bazarê de gelek kes hebûne. Rayedarekî leşkerî yê ku nexwast navê wî bê aşkera kirin ragehand, piştî teqînê hejmarek zêde ya çekdaran xwestine bikevin wî binkeyê leşkerî, lê ew hewldan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye asteng kirin û di şer û pevçûna ku derketiye de herî kêm 6 çekdar hatine kuştin. Berdevkê nexwaşxaneya Bannu Mihemed Nauman jî ragehand, 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 30 kesên din jî birîndar bûne û avahiya ku ji ber teqînê hilweşiyaye û di bin dîwarên wê de kesên ku mane hemû kesên sivîl bûne. Nexwaşxaneyê di lîsteya kesên jiyana xwe ji dest dayî de navê 7 zarokan jî ragehand.
Servîsên rewşên awarte jî ragehand, piştî êrîşê di avahiya hilweşyayî û di bin dîwarên wê de guman heye ku hin kes di bin de mabin û ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî êrîş şermezar kir û ragehand, dijminên Pakistanê dê negehin armancên xwe û em nahêlin serkeftî bin.
Heta naha ti aliyekî berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe, lê baskê Talîbanê yê li Pakistanê nêzîkî herêmên sînorê Afganîstanê li hember polîs û leşkerên Pakistanê gelek caran êrîşan pêktînin.
Basnews
