• Tuesday, 10 February 2026
logo

Eyad Hacî Namiq: Proseya aştiyê li Tirkiyê serbikeve, dê jiyan wegere bo navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê

Eyad Hacî Namiq: Proseya aştiyê li Tirkiyê serbikeve, dê jiyan wegere bo navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê

Emîndarê Giştî yê berê li Encûmena Nûnerên Iraqê behsa proseya aştiyê li Tirkiyê dike û dibêje: ‘’Ji ber hebûna PKKê li gundên Başûrê Kurdistanê xelkekî zêde mal û halên xwe bicîh hiştine û Tirkiye jî berdewam wan navçeyan bombebaran dike.

Emîndarê berê yê Parlamentoya Iraqê Eyad Hacî Namiq ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hatina çekdarên PKKê bo nav axa Herêma Kurdistanê gelek bahane dane Tirkiyê, gelek binkeyên leşkerî anîne nav axa Iraqê û çend rêkeftinekî kevin ên navbera herdu hikûmetên Iraqê û Tirkiyê ku hebûn sûd ji wan wergirtiye û naha jî berdewame ku dikare heta kûrayiya 10 kîlometreyan bikeve nav axa Iraqê û bahane jî parastina ewlehiya Tirkiyê ye. Mixabin ji ber wê destdirêjiya PKKê ya li ser axa başûr wisa kir ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gel PKKê di sala 1992yê li dij hev rawestin û wê demê jî tê bîra min Hizba Demokrat a Kurdistan – Îran (HDK)ê gotin ji bo metirsî nekeve ser pêkhateya Herêma Kurdistanê em amadene partiya xwe hilweşînin. Lê PKKê saziyên rewa yên Kurdistanê jî red kirin û parlamento û hikûmeta Herêmê nasnekirin. Derveyî wê jî hejmara wan gundên heta naha li parêzgeha Hewlêr, Silêmanî û Duhokê dagirkirine gelek zêde ye û rêgiriyê jî dikin li rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin bê cîhbicîh kirin. Ev jî bûye sedem xelkê Şingalê nikaribe wegere navçeyên xwe û jiyaneke xirab li kampan birêve dibin.’’

Herwaha got: ‘’Ji ber hebûna PKKê li gundên Başûrê Kurdistanê xelkekî zêde mal û halên xwe bicîh hiştine û Tirkiye jî berdewam wan navçeyan bombebaran dike, lê gund û bajar û bajarokên wan sînoran beşeke ji wan a giring li piştên a aborî ya Kurdistanê ne. herwaha vê yekê rêgirî li Herêma Kurdistanê çêkiriye ku nayê zanîn çawa danûstanê li gel wan bikî. Naha proseya aştiyê hatiye holê, gelek giringe pêngav pir bi başî pêş de biçin û serkeftî bin, ku aramî ji bo wan navçeyan jî wegere û bibe sedem destwerdanên li sînoran nemîne.’’

Eyad Hacî Namiq got: ‘’Rêveberiya PKKê bixwe dibêje ku pêşbînî dikin di heyama şeş mehan de proseya aştiyê li Tirkiyê serbikeve, pêngava yekem ew bû Ocalan daxwaza çek danînê û xwe hilweşandinê li PKKê kir. Ji ber piraniya welatên cîhanê PKK xistine lîsteya terorê, bi wî navî ve nikare biçe Parlamentoya Tirkiyê. Ji bo wê jî divê PKK bê hilweşandin û bi navekî nû ve bikeve nav proseya siyasî, êdî wê demê pêwîstî bi hêza çekdar namîne li sînoran û çiyayên Kurdistanê, ji bo wê jî em hêvîdarin ew navçe li şer dûr bikevin û aboriya Kurdistanê li wan navçeyan bigeşe.’’

Herwaha diyar kir, çekdanîna PKKê û proseya aştiyê li Tirkiyê, bandorê li ser wegera jiyanê bo navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dike û cîhbicîhkirina rêkeftina Şingalê û wegerandina kurdên Êzidî bo ser cîhên xwe li Şingalê jî dê pêkbê.

 

Basnews

Top