• Tuesday, 10 February 2026
logo

Zelensky: Guhertina min û ji kar dûrxistina min wisa asan nîne

Zelensky: Guhertina min û ji kar dûrxistina min wisa asan nîne

Piştî şeredeva xwe ya bi Serokê Amerîkayê re, Serokê Ukraynayê wekî bersivek ji bo berpirsên Amerîkayê got, “Guhertina min hind hêsan nabe.”

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li Londonê ji rojnamevanan re got, “Bi liberçavwergirtina tiştê ku diqewime û bi liberçavwergirtina piştgiriyan, guhertina min hind hêsan nabe.”

Volodymyr Zelensky ragehand: “Ew mijar tenê bi rêkxistina hilbijartinan nabe, belkî dê bi rêgirtina li xwekandîdkirina min be, wesa jî karûbar kêmekê aloztir dibin.”

Herwaha got: “Pêştir li beranberî peywendîkirina Ukraynayê bi NATOyê, min destberdana xwe ya ji karî pêşkêş kir. Ev jî amajeya wê yekê ye ku eger NATO hebe û şer bidawî bê, manaya wê ew e ku min erkê xwe bi cih aniye.”

Berpirsên Amerîkayê yên nêzîkî Trump duh 02.03.2025 got, “Divê Volodymyr Zelensky dest ji karê xwe berde.” Ev jî piştî ku li roja Înê ya borî li ser şerê Rûsyayê duberekî keft navbera Zelensky û hevkûfê wî yê Amerîkayî û şeredev kir û Serokê Ukraynayê bi bêrêzîkirina bi Serokê Amerîkayê û spasdarnebûna ji bo bizavên bidawîanîna şerê Kiyêv û Moskoyê hat tometbarkirin.

Lûtkeya Londonê duh 02.03.2025 Serokê Ukraynayê, Serokê Fransayê, Serokwezîrê Kanadayê, Serokwezîrê Brîtanyayê, Şêwirmendê Almanyayê, Serokê Komisyara Yekîtiya Ewropayê, Serokê Hevpeymaiya NATOyê û çend serkirdeyên din li ser maseya danûstandinan civandin, û wan berdewamiya piştevaniya xwe ji bo Ukraynayê tekez kir.

Herwesa serkirdeyên Ewropayê biryar da ku divê zêdetir weberhênanê di kertê bergiriyê de bikin, ji bo ku ji Trump re nîşan bidin ku Ewropa dikare xwe biparêze.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer piştî wê lûtkeyê ragehand ku, wan hevpeymanîtiyek çê kiriye ji bo ku di her lihevkirinekê de piştevaniya Ukraynayê bikin.

Keir Starmer amaje jî da ku, bi Fransayê re li ser wê yekê kar dikin ku pêşniyareke aştiyê ji bo rawestandina şerî ji bo dema mehekê li Ukraynayê pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump bikin.

 

Basnews

Top