• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi biryarekî zelal ve…Milîsên Iraqê ji Sûdanî re dibêjin ‘’Nexêr!’’ ew jî gefxwarinên Îsraîlê tîne bîra wan

Bi biryarekî zelal ve…Milîsên Iraqê ji Sûdanî re dibêjin ‘’Nexêr!’’ ew jî gefxwarinên Îsraîlê tîne bîra wan

Çavkaniyên agahdar îro 03.03.2025ê aşkera kirin ku Hikûmeta Iraqê nekariya grubên çekdar ên milîsên Heşdî Şeibî yên nêzîkî Îranê naçar bikin çek radest bikin û têkelî saziyên fermî yên leşkerî bibin.

Heman çavkaniyan ji ajansa Şefeq News re ragehandin: ‘’Di dema borî de gotûbêjên nehatine ragehandin ên bi armanca radestkirina çek ên wan gruban û beşdarkirina wan û yekgirtina wan a li gel saziyên fermî yên leşkerî yên Iraqê û destberdana çalakiyên derveyî desthilata dewletê, di navbera aliyên hikûmetê yên tîma Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hejmarek rêveberên grubên çekdar de pêkhatine.’’

Herwaha amaje bi wê yekê kirin ku: ‘’Piştî gotûbêj û danûstandinan, grubên çekdar bi awayekî fermî Sûdanî û tîma wî agahdar kirine ku radestkirina çek û têkelbûna bi saziyên fermî yên leşkeri red dikin. Herwaha diyar kirine ku dê Eniya Berxwedanê de mayînê berdewam bikin û amadebûna temam ji bo berevanî kirin ali Iraqê û hêzên wê eniyê li navçeyê dê berdewan bin.’’

Heman çavkaniyan aşkera kir; ‘’Hikûmetê jî ji aliyê xwe ve ew grub agahdar kirine ku ew biryar dê palder be ji bo Amerîka û Îsraîl di qonaxa pêş de pêngavên li dijî wan bavêjin, çi aborî yan jî leşkeri be û ew yek dê Iraqê bixe nav kriz û rewşekî nayê xwestin.’’

Meha borî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî teqez kir ku hikûmeta wî kar dike ji bo yekxistina grubên çekdar a di çarçoveya yasayî û sazîbûnê de.

Bere ajansa Reutersê bi zimanê Wezîrê Derve yê Iraqê belav kir, hikûmeta Iraqê hewl dide grubên çekdar ên wî welatî razî bike ku çek daynin, an jî peywendiyê bi artêş û hêzên ewlehiyê yên fermî ve bikin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî di serdanekî fermî ya ji bo Londonê de ragehand: ‘’2-3 sal berî naha gelek zehmet bû di civaka me de behsa vê mijarê bihata kirin, lê naha bûye mijarekî nayê qebûlkirin ku grubên çekdar hebin û li derveyî çarçoveya dewletê de çalakiyên leşkerî encam bidin.’’

Li gor çavdêran têkelkirina grubên çekdar li gel saziyên ewlehiyê li Iraqê, dê bibe sedem ku parastî bin ji her cure êrîşeke leşkeri ya ji aliye Amerîka yan jî hevpeymanên wê ve pêkbê.

 

Basnews

Top