• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nakokiyên mezin dikeve navbera aliyên Çarçoveya Hemahengiyê

Nakokiyên mezin dikeve navbera aliyên Çarçoveya Hemahengiyê

Rêveberê ji Çarçoveya Hemahengî Elî El Fetlawî îro 03.03.2025ê rastiya beşdarbûna biryara hêzên Çarçoveya Hemahengiyê bo beşdarbûna li helbijartinên Parlamentoya Iraqê yên dema pêş bi yek lîsteyê aşkera kir.

Elî Fetlawî di daxuyaniyekî ji bo malpera Bexdad El Yum de ragehand: ‘’Hîn hêzên Çarçoveya Hemahengiyê biryar nedane ku gelo dê bi yek lîsteyê beşdarî helbijartinên dema pêş ên Parlamentoya Iraqê bibin an dê zêdetirî yek lîsteyê beşdar bibin diyar nîne. Hîn zûye ji bo zelal kirina vê pirsê û gotûbêj berdewam dikin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Eger hêzên Çarçoveya Hemahengiyê zêdetirî lîsteyekî ve helbijartinê de beşdar bin, dibe ku piştî helbijartinê dîsa hevgirtinê pêkbînin.’’

Berî naha nûnerê Çarçoveya Hemahengiyê Muxtar Musewî berdewamiya nakokiyên siyasî yên derbarê forma yasaya helbijartinên dema pêş ên Parlamentoya Iraqê bi teqezî ragehand.

Musewî got: ‘’Heta naha ti rêkeftin û lihevtêgeheştinek derbarê forma yasaya helbijartinên Parlamentoya Iraqê yên dema pêş de tine. Her aliyekî siyasî xwedî dîtinekî xwe ya cuda ye, ew jî wisa dike ku rêkeftin lis er forma yasayê giran û zehmet be, berdewamiya wan nakokiyan dê palder be, ku yasa bê ragirtin û bê ku ti nûjenkirinek li ser pêkbê.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Aliyên siyasî hene hewl didn yasayê nûjen bikin, lê bi armanca bidestxistina dengên zêdetir ji bo xwe. Li hember wê jî aliyên siyasî jî hene naxwazin yasa bê nûjenkirin, ji bo wê jî heta naha rêkeftina siyasî vê derbarê de tine û di rojên pêş de civîn dê vê derbarê de pêkbên.’’

 

Basnews

Top