• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şaxewan Ebdila: Rênimayên nû bo bicihanîna yasaya vegerandina zeviyên Kurdan derdikevin

Şaxewan Ebdila: Rênimayên nû bo bicihanîna yasaya vegerandina zeviyên Kurdan derdikevin

 Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê radigehîne ku, Serokwezîrê Iraqê Sekreteriya Giştî ya Civata Wezîrên Iraqê bi derxistina rênimayên taybet ji bo bicihanîna qanûna vegerandina zeviyan ji bo xwediyên wan li Kerkûkê raspart.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdila îro 02.03.2025 ragehand, “Îro Serokwezîrê Iraqê Sekreteriya Giştî ya Civata Wezîrên Iraqê bi derxistina rênimayên taybet ji bo bicihanîna qanûna vegerandina zeviyan ji bo xwediyên wan raspart.”

Şaxewan Ebdila ron jî kir, “Piştî ku me li roja 17.02.2025ê daxwaziyek arasteyî Serokwezîrê Iraqê kir, li ser arêşeyên cotyaran û bicihanîna qanûna pûçkirina biryarên partiya Beis, Serokwezîrî Ferîq Ebdilkerîm Sûdanî raspart û lijneyek çê kir û şand Kerkûkê, û wê lijneyê jî hejmareke pêşniyaran arasteyî Serokwezîrî kir.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê amaje jî da, “Îro Ferîq Ebdilkerîm ez haydar kirim ku ji bilî pejirandina pêşniyaran, Sikirtariyeta Giştî ya Civata Wezîrên Iraqê jî bi derxistina rênimayên taybet ji bo bicihanîna qanûna vegerandina zeviyan ji bo xwediyên wan raspartiye.”

 

 

Basnews

Top