Çekdarên PKKê xorteke din bi armanca bikin çekdarê xwe revand
Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê, bi armanca bikin çekdarên xwe, revandina zarokan li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.
Vê derbarê de rojnamevan Mistefa Şêxo ji BasNewsê re ragehand, rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê xortekî 13 salî yê bi navê Candî Mihemed Gurcî yê xelkê gundê Meydan Akbisî ya ser bi nahyeya Raco ya Efrînê ku koçber bibû li gel malbata xwe û li gundê Banbisî ya ser bi navçeya Şehba ya Helebê revandin.
Herwaha ragehand, çekdarên PKKê ew zarok bi armanca bikin çekdarê xwe li Rojavayê Kurdistanê revandin.
Rojnamevanê ji Rojavayê Kurdistanê aşkera kir, meriv û kesûkarên wî zarokê li dû zarokê xwe geriyan û piştre berpirsên Hêzên Sûriya Demokratîk peywendî bi malbata wî ve pêkanîn û ji wan re gotin, zarokê wan li gel wan e û li leşkerîgeha Qesir e.
Çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê revandina kesên bin 18 salî û ji bo wan bikin çekdarên xwe berdewam dikin, li hember wê gelek caran rêxistinên mafê mirovan ew kiryarên PKKê şermezar kirine.
Basnews
