• Tuesday, 10 February 2026
logo

Qasim Şeşo: Ew çend kesên ku çûne Bexdayê, daxwaza wan a takekesî hebû û nûnertiya çend kesan dikin

Qasim Şeşo: Ew çend kesên ku çûne Bexdayê, daxwaza wan a takekesî hebû û nûnertiya çend kesan dikin

 Fermandeyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê Şingalê, di derbarê wan kesan de zelalbûnekê dike ku çûne Bexdayê û bangeşeya cudabûna xwe ji Hêzên Pêşmergên Kurdistanê kirine û aşkera dike ku ew kesane li ser daxwaza xwe ya takekesî cuda bûne.

Îro 01.03.2025, çend kes bi serpereştiya kesekî binavê Luqman Gulî li Bexdayê kombûnek kirine û başkeşeya wê kirine, qaşo pêşmergene û cuda bûne.

Li gor lêkolînên BasNewsê, ew kesê ku serperestiya wê grûpê kiriye, di çarçoveya piştevanîkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê di karê xwebexiş, di sala 2014 ve derfet jê re hatiye dayîn ku di rêzên yekîneya Heştê kar bike; lê di van dawiyan ji ber sedema hindek karên bazirganî ketiye bin qerekî zêde, berdewam pirsgirêka darayî hebûye, demekî jî hewlên yekxistina hêzên pêşmerge di bin sîwana wezareta pêşmerge hatiye pêş, ew kes ji ber sedema temen pêwîst bûye ku malnişîn-teqawit bibe, ji ber wê daxwaz kiriye ku temenê malnişiniyê ya wî bi berovajî yasayê bo were dirêjkirin, lê dema ku daxwaza wî hatiye red kirin, ev helweste wergirtiye.

Di vê derbarê de fermandeyê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand: “Ew kesê ku li Bexdayê civîna rojnamevaniyê kiriye û bangeşeya wê dike, qaşo nûnertiya 1200 pêşmergeyan dike, axaftinên wî rast nînin, ew nûnertiya 5 yan jî 6 kesan dike û daxwaza wan ya şexsî hebûye.”

Herwaha aşkera jî dike, ku ew çend kesan dixwazin bi wan axaftinên ku kirine, Bexdayê bixapînin taku di nav hêzên Iraê yan grûpên çekdar ên Heşdî Şeibî de postê werbigrin û wan bikin fermandarên leşkerî, lê li Bexdayê jî ti hêviyek ji wan re nehatiye dayîn û ji bo Şingalê hatine şandin.”

Herwaha tekez jî kiriye: “Pêşmerge xwedî prensîp û bîrûbaweriye, xwe nafroşe bo daxwaza takekesî. Ew vê gavê nûnertiya pêşmerge nakin, belku nûnertiya xwe dikin. Ew kes ku navê wî Luqmane bi xwe çend daxwazekî wî yê şexsî hebûye ji birayên Duhokê kiriye, lê jê re nehatiye kirin û ev senaryo ava kiriye.”

 

 

Basnews

Top