• Tuesday, 10 February 2026
logo

Matthew Zais: Li Herêma Kurdistanê hilberîna petrolê rojane 300 hezar bermîl kêm bûye

Gulan Media February 28, 2025 Nûçe
Matthew Zais: Li Herêma Kurdistanê hilberîna petrolê rojane 300 hezar bermîl kêm bûye

 Alîkarê Serokê HKN Energyê Matthew Zais got, “Li Herêma Kurdistanê hilberîna petrolê rojane 300 hezar bermîl kêm bûye”

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn doh 26ê Sibatê dest pê kir û dê heta îro êvarî bidome.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.

Alîkarê Serokê HKN Energyê Matthew Zais di panela derbarê "Petrol, Gaz û Veguhastina Enerjiyê li Îraqê" de li ser petrola Kurdistanê axivî.

Matthew Zais derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê got:

"Ji bo destpêkirina dubare ya hinartina petrolê divê ji bilî lihevkirina siyasî û yasayî, lihevkirineke bazirganî jî were kirin ku heta niha nehatiye kirin.

Em bi lihevkirinên siyasî yên ji bo hinartina petrolê hatine kirin geşbîn in û em hêvî dikin ku demeke nêzîk petrolê Îraqê di rêya boriyê re ji Bendera Ceyhanê re bê şandin."

Matthew Zais her wiha da zanîn ku wan hêvî nedikir ku Wezareta Petrolê ya Îraqê dê li dijî wan dozê veke û got:

“Em şok bûn ku Wezareta Petrolê ya Îraqê dozeke nû ya yasayî li ser peymana me vekir.

Ev jî dabeşbûna li Bexdayê ya li ser pirsa hinartina petrolê eşkere dike."

 

Rudaw

Top