• Tuesday, 10 February 2026
logo

Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Têra 111 salan gaza Îraqê heye

Gulan Media February 28, 2025 Nûçe
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Têra 111 salan gaza Îraqê heye

 Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê Îzet Sabir got, “Têra 111 salan gaza Îraqê heye."

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn doh 26ê Sibatê dest pê kir û dê heta îro êvarî bidome.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.

Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê Îzet Sabir di panela derbarê "Petrol, Gaz û Veguhastina Enerjiyê li Îraqê" de axivî.

Îzet Sabir da zanîn li Îraqê 127 trîlyon sêca gaz heye ku dê têra 111 salan dike û got, “Plana Îraqê ew e ku heta sala 2030î qet gaz neşewite.”

Bi gotina Îzet Sabir Kalîteya petrola Kerkûkê gelekî baş e, bi qasî 2 dolaran ji petrola brent bihatir e.

 

Rudaw

Top