• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ocalan banga çek danînê li PKKê kir

Gulan Media February 28, 2025 Nûçe
Ocalan banga çek danînê li PKKê kir

Şandeya DEM Partiyê li Îmrali wegerya û peyama Rêberê PKKê yê li girtîgeha Îmrali Abdullah Ocalan xwandin û Ocalan di peyama xwe de banga çek danînê li PKKê kir. 

Şandeya DEM Partiyê ya ji Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, herwaha Sirri Surreya Onder û Perwîn Buldan û Hevserokê berê yê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz  Çiçek û parêzerê Ocalan Faik Ozgur Erol pêkdihat piştî hevdîtina 3 demjimêran a li Îmrali li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Stenbolê li otêla Elît World a li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi civînekî çapemeniyê banga Ocalan xwandin. 

Banga Ocalan bi kurdî ji aliyê Ehmed Turk ve, bi zimanê tirkî jî ji aliyê Perwîn Buldan ve hat xwendin.

Banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan waha ye; 

“Banga Aştî û Civaka Demokratîk''

PKK; di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.

Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990’î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.

Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dilxwazî di nava tifaqekê de bimînin.

Du sedsalên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, li gel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekitiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve bi rêxistin bikin.

Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û tundiyê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek girt.

Netewedewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.

Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e.

Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.

Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.

Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.

Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.

25 Sibat 2025

Abdullah Ocalan”

 

Basnews

Top