Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
Serok Barzanî di peyamekî de ji bo koça dawî ya Dayîka Ciwan, sersaxî ji malbat û kesûkarên wê re şand û ragehand: “Mixabin min bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiya kurdperwer û xebatkara Rojavayê Kurdistan li Sûriyê û endama berê ya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdista-Sûriyê xanima Sebah Mihemed Elî binavê din Dayîka Ciwan bihîst.”
Naveroka peyama Serok Barzanî:
Binavê xwedê mezin û dilovan
Min bi dilekî xemginî nûçeya koça dawî ya kesayetiyeke kurdperwer û têkoşer a Kurdistana Sûriyê û endama berê ya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyê xanim (Sabah Mihemed Elî) bi nave din (Dayika Ciwan) wergirt.
Ez sersaxiyê ji malbat, xizm û kesûkarên xwedê jê razî (Dayîka Ciwan) û hemû azadîxwaz û têkoşerên Kurdistana Sûriyê re dixwazim û hevparê xema wan im.
Ji xwedayê mezin daxwazkarim ku rihê xwedê jê razî bi biheştê şa bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.
Basnews
