• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonya li Iraqê kir

Gulan Media February 25, 2025 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonya     li Iraqê kir

 Îro 25.02.2025ê li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonya li Iraqê Akira Endo kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Japonyayê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û xebata gelê Kurdistanê hebû û pesnên seqamgiriya berçav û pêşketinên Herêma Kurdistanê yên di warên cuda de kir.

Herwaha di hevdîtinê de danûstan derbarê guhertinên siyasî û ewlehiya navçeyê û hewsengiyên navnetewî û bandorên wan li ser Iraqê û çarenivîsa kurdan li Sûriyê hatin gotûbêj kirin.

Di beşekî din a hevdîtinê de behsa pêşxistina peywendî û dostaniya navbera Herêma Kurdistan û Japonyayê hate kirin.

 

Basnews

Top