Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Îdareya Şera ziyan digehîne kurdan û ji Elewiyan tol hildide
Kanal 12 ya Îsraîlê îro 25.02.2025ê bi zimanê Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragehand ku ‘’Hikûmeta nû ya Sûriyê grubekî terorîst a îslamî ye û ji Idlibê hatin û bi zorê dest danîn ser Şamê.’’ Herwaha got, em keyfxweşin ku Esed nemaye, lê îslamî jî herçend nerm nerm diaxivin jî, lê tolê ji Elewiyan hildidin û ziyanê digehînin kurdan.
Gideon Saar di berdewama axaftina xwe de got: ‘’Herçend em li ser sînor ewlehiya sînorê xwe dê bigrin jî, lê ji aliyê din ve Hemas û cîhad li Sûriyê kar ji bo avakirina eniyeke din a dijî Îsraîlê dikin.’’ Herwaha diyar kir Îsraîl dixwaze siyasetekî birêve bibe di milmilaneyên li gel wan gefxwarinên ku li sînorê Sûriyê tên kirin asteng bike.
Duh serokatiya Komara Sûriyê ragehand, Serokê desthilata nû ya Sûriyê Ehmed Şera ji bo qonaxa veguhêz li gel kesayetên herî diyar ên pêkhateya Durziyan li Sûriyê hevdîtin pêkaniye. Ev pêngav di demekî hestyar de bû, çend rojên borî de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu pêbendiya xwe ya ji bo parastina Durziyan li navçeyê û dûrxistina wan a ji her cure gefxwarinekî teqez kir.
Basnews
