Erdogan: Emê bibin yek û tundiya çil salan bidawî bikin
Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, “Teror û siyaset, teror û demokrasî, li gel hev nabin. Ji bo vê yekê ewê derfetên li pêş xwe bikar bînin û tundiya çil salan çareser bikin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan di beşdariya Kongreya Heştemîn ya partiya xwe de axivî û got: “Di dema ku cîhaneke nû tê avakirin, divê Tirkiye ji pirsa terorê rizgar bibe. Emê siya tundî, çekan li ser welatê rakin. Tirk, Kurd û Ereb emê bibin yek û tundiya çil salan bidawî bikin.”
Herwiha Erdogan got: “Dema teror rabe, ji demokrasî heta geşadanê dê deriyeke nû vebe. Li Tirkiye dê bingeheke tendirust bo nîqaşkirina pirsgirêkan ava bibe. Hêza sereke ya aborî, siyaseta derve û siyasetê demokrasî ye.”
Serokê Giştî yê AK Partiyê tekez kir: “Emê eniya navxwe li ser bingeha biratî û demokrasî ava bikin. Emê derfetên li pêş xwe baş bikar bînin. Emê hêviya ya herî baş bikin û bo ya herî xirab amadekarî bikin.”
8. Kongreya Asayî ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) îro 23ê Sibatê li Enqerê dest pê kir. Kongre sê rojan berdewam dibe û Recep Tayyip Erdogan, take namzedê serokatiya wê partiyê ye.
Basnews
