• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hûrgiliyên proseya hinartina petrola Herêma Kurdistanê tê eşkere kirin

Gulan Media February 24, 2025 Nûçe
Hûrgiliyên proseya hinartina petrola Herêma Kurdistanê tê eşkere kirin

Rêvebirê Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, di qonaxa yekem de 185 hezar bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê û di paşerojê de jî 400 hezar bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê tê hinardekirin.

Navborî û ajansa nûçeyan a Iraqê “Wah” ragehandiye: “Rawestandina petrolê di dema borî de bûye sedema pirsgirêkan li bîrên petrolê yên li herêmê, ku ev jî pêwîstî bi çêkirin û nûjenkirinê heye, ji bo ku rojane bigihêje 400 hezar bermîlan, ku ew rêjeya herî kêm e ku li gor yasaya bûdceyê hatiye diyarkirin.”

Herwaha dibêje: “Herêma Kurdistanê rojane hêza wê ya berhemanîna 300 hezar bermîl heye, ku beşeke wê bo bikarbirina  navxweyî ye û 185 hezar bermîl bo hinardekirina derve dimîne.”

Herwaha ragehandiye: “Hewlêr û Bexda li ser komîteyên hevbeş ji bo lêkolînkirina mekanîzmayên berdewamkirina hinartina petrolê ji bo dubare destpêkirina proseyê li hev kirin. Ji bo wê jî tîma teknîkî ya Şîrketa Petrola Bakur û nûnerên Herêma Kurdistanê ji bo kontrolkirina boriyan kar dikin daku ti pirsgirêk di boriyan de nebin.”

 

 

Basnews

Top