• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Saziya Elmeda bo Ragehandin û Rewşenbêriyê kir

Gulan Media February 24, 2025 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Saziya Elmeda bo Ragehandin û Rewşenbêriyê kir

 Roja 23.02.2025, Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya birêz Fexrî Kerîm Serokê Saziya Elmeda ya Ragehandin û Rewşenbêriyê û Serokê Encûmena Iraqê bo aşitî û hevkariyê kir.

Di hevdîtinê de fikir û raman di derbarê pêşhatên Siyasî yê Iraqê û navçeyê hatin nirxandin.

Her di wê hevdîtinê de rêyên gehiştina bi çareseriya pirsgirêkên siyasî yên Iraqê hatin nirxandin û herwaha tekezî li berdewamiya hewlên ji bo hevrêziya hemahengiya navbera aliyên siyasî û dabînkirina aramî û pêkve jiyanê hatin gotûbêj kirin.

Top