Serokê Hikûmetê pêşwazî li Tevgera El – Xed a Sûriyê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Roja 23ê Sibatê pêşwazî li Serokê Tevgera El-Xed a Sûriyê Ehmed El-Cerba kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de gotûbêj li ser rewşa giştî û pêşhatên Sûriyeyê hatin kirin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina aştî û aramiyê û dabînkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên wî welatî kirin.
Basnews
